Li Girkê Legê koçber tên dermankirin

Klînîkên girêdayî Saziya Xêrxwaziyê ya Barzanî û Heyva Sor a Kurd li stargehên koçberan ên li Girkê Legê xizmetên bîjîşkî û tenduristiyê ji bo koçberan pêşkêş kirin.

Li Girkê Legê koçber tên dermankirin
Li Girkê Legê koçber tên dermankirin
Li Girkê Legê koçber tên dermankirin
Li Girkê Legê koçber tên dermankirin
Li Girkê Legê koçber tên dermankirin
28 ÇILE, 2026   14:37
QAMIŞLO

Bi hevkariya Heyva Sor a Kurd, klînîkên girêdayî Saziya Xêrxwaziyê ya Barzanî li bajarê Girkê Legê, li stargehên ku koçberên ji Efrîn, Kobanî û Şehbayê lê dimînin, xizmetên bijîşkî pêşkêş kirin.

Li gorî berpirsên vê destpêşxeriya mirovî, wan heta niha serdana 5 stargehan kiriye, li wir lênêrînên bijîşkî yên pêwîst hatin kirin û derman ji bo nexweşan hatin dayin, bi taybet ji bo zarok, kal û pîr û kesên bi nexweşiyên kronîk ketine.

(k)