Li Girkê Legê 4 şano hatin pêşkêşkirin

Di çarçoveya çalakiyên Roja Şanoyê ya Cîhanê û salvegera şehadeta şehîd Yekta Herekol de, li ser dika Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran bajarokê Rimêlanê 4 şanoyê hatin pêşkêşkirin.

Li Girkê Legê 4 şano hatin pêşkêşkirin
Li Girkê Legê 4 şano hatin pêşkêşkirin
Li Girkê Legê 4 şano hatin pêşkêşkirin
Li Girkê Legê 4 şano hatin pêşkêşkirin
Li Girkê Legê 4 şano hatin pêşkêşkirin
Li Girkê Legê 4 şano hatin pêşkêşkirin
Li Girkê Legê 4 şano hatin pêşkêşkirin
Li Girkê Legê 4 şano hatin pêşkêşkirin
Li Girkê Legê 4 şano hatin pêşkêşkirin
5 nîsan, 2024   21:28
QAMIŞLO

Di Roja Şanoyê ya Cîhanê û salvegera şehadeta şehîd Yekta Herekol (27'ê Adarê) de, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lîstikên şanoyê hatin pêşkêşkirin.

Îro jî li hola Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran li bajarokê Rimêlanê yê navçeya Girkê Legê  bi beşdariya bi dehan kesî 4 şano hatin pêşkêşkirin.

Destpêkê şanoyek li ser jiyana şehîd Yekta Herekol bi navê "Dika Haqîqetê" hat pêşkêşkirin. Derhêneriya şanoyê ji aliyê Osman kurtalan ve hatiye kirin û ji aliyê koma şano ya Tevgera Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê ve hat lîstin.

Piştre koma Hinar şanoya xwe ya bi navê "Wê werin" ya ku Şevzan Mehmûd derhêneriya wê kiriye, pêşkêş kir.

Koma Komîna Qamişlo şanoya bi navê "Em yan ez" pêşkêş kir. Şanoya "Em yan ez" ku Kawa Fetah derhêneriya wê kiriye balê dikişîne ser şerê di navbera zîhniyeta demokartîk û zîhniyeta kapîtalîst de.

Şanoya çaremîn a dawîn bi navê "promethus ê zincîrkirî" ye. Şanoya ku Ekîn Ronî derhêneriya wê kiriye li ser wekhevî û edaletê ye.

Çalakî bi dirûşma "Şehîd namirin" û "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.