Li Girê Spî hêrsa şêniyan

Şêniyên Girkê Spî li dijî êrişa li ser rêveberê dibistaneke bajêr, çalakiyek li dar xist.

Li Girê Spî hêrsa şêniyan
Li Girê Spî hêrsa şêniyan
Li Girê Spî hêrsa şêniyan
Li Girê Spî hêrsa şêniyan
Li Girê Spî hêrsa şêniyan
3 mijdar, 2025   14:23
EYN ÎSA

Bi dehan şêniyên bajarê Girê Spî ji bo şermezarkirina êrişa li dijî rêveberê Dibistana Sebax Cuma El Hisên çalakiyek li dar xist. 

Şêniyan pankartên "Em edaletê ji mamoste Cuma El Hisên re dixwazin", "Sûc berhema cehalet û gendeliyê ye" û "Destê ku dirêjî mamosteyan bibe, lanet lê be" vekirin. Her wiha xwest hesab ji kesên îşkence li Hisên kiriye, bê pirsîn.

Çavkaniyan diyar kir ku ji ber êrişa li dijî Hisên duh dibistanên bajar û gundên Girê Spî nehatin vekirin.

Li gorî agahî û dîmenên ku ajansa me bi dest xistine, 3 çekdarên di erebeyeke reş a bêplaqe de bûn, Cuma El Hisên revandiye û biriye cihekî nediyar. Çavkaniyan da zanîn ku li El Hisên dane û ji ser hişê xwe ve çûye.

Duh jî komeke çeteyan li gundê Menkelî îşkence li Mistefa El Eyaf (45) ê ji eşîra El Bû Esaf kiribû û pere û telefona wî jê standibûn.

(bb)