Li Qamişloyê şahiya derçûnê ya zarokên astengdar

Li Parka Xwendinê ya Qamişloyê, Desteya Kar û Barên Civakî bi hevkariya Navenda Şehîd Êriş a ji bo Amadekirin û Fêrkirina Zarokên Astengdar, ji bo xwendekarên navendê şahiya derçûnê li dar xist.

3 mijdar, 2025   14:21
QAMIŞLO

Perwerdeya ku ji aliyê Desteya Kar û Barên Civakî ve bi hevkariya Navenda Şehîd Êriş li gorî pêdivîyên zarokan hate dayîn, îro bi şahiyekê bi dawî bû. Di şahiyê de 16 zarokên astengdar bawernameyên xwe wergirtin. 

Şahî bi tevlêbûna malbatên zarokan, nûnerên saziyên sivîl û gelek şêniyên Qamişloyê pêk hat. Di despêka şahiyê de hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî Zehra Semo axivî. Zehra Semho diyar kir ku di wê perwerdeyê de keda herî mezin a dayikan bû.

Piştî axaftina Zehra Semho gerînendeya Navenda Şehîd Eriş Hemrî Osê spasiya mamosteyên perwerdeyê kir û ji zarokan re serkeftin xwest. 

Piştî axaftinan, Koma Orkestra Rojava ya Zarokan hunerên xwe pêşkêş kirin. Herî dawî zarokên ku perwerdeya wan bi dawî bûye, ji destê cîgira Meclisa Cîbicîkar Hemrîn Elî bawernameyên xwe wergirtin.

(rr)

ANHA