Ciwanên Partiya Sûriyeya Pêşerojê panelek li dar xist

Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê diyar kir ku ciwan hêza bingehîn a avakirina Sûriyeya nû ya li ser esasê azadî, hemwelatîbûn û edaleta civakî ne.

Ciwanên Partiya Sûriyeya Pêşerojê panelek li dar xist
Ciwanên Partiya Sûriyeya Pêşerojê panelek li dar xist
Ciwanên Partiya Sûriyeya Pêşerojê panelek li dar xist
Ciwanên Partiya Sûriyeya Pêşerojê panelek li dar xist
Ciwanên Partiya Sûriyeya Pêşerojê panelek li dar xist
Ciwanên Partiya Sûriyeya Pêşerojê panelek li dar xist
Ciwanên Partiya Sûriyeya Pêşerojê panelek li dar xist
Ciwanên Partiya Sûriyeya Pêşerojê panelek li dar xist
Ciwanên Partiya Sûriyeya Pêşerojê panelek li dar xist
3 mijdar, 2025   14:41
TEBQA

Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Kantona Tebqayê panelek bi sernavê "Ciwan û avakirina siberojê: Ji paşguhkirinê ber bi beşdariya siyasî û avakirina Sûriyeya siberojê ve" li dar xist. Panel li hola meclisê ya li bajarê Tebqayê bi beşdariya bi dehan ciwanan hat lidarxistin.

Endama Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Xedîce Mihemed axivî û got tevî ku çîna herî mezin û herî çalak di civakê de ne, lê li Sûriyeyê bi dehan salan xeleka herî lawaz di avakirina biryarên siyasî û civakî de bûn.

Xedîce Mihemed bi bîr xist ku ciwan ji qadên avakirina siberoja welat hatibûn dûrxistin û got: "Dem hatiye ku merheleya paşguhkirinê bi dawî bibe û serdemeke nû dest pê bik ku cwan cihên xwe yên xwezayî wekî hêza herî çalakî ya ku hêzê veguherîne hêvê û xebatê vegerînin.”

Xedîce bi dewama axaftina xwe de got: "Em ciwan nabe ku li welatê xwe temaşe bikin ku bêyî me tê guhertin. Beşdariya siyasî ne dirûşmeke, lê belê bepirsyarî û kareke çalak di sazkirina biryarê û avakirina Sûriyeyeke demokratîk, pirrengî û nenavnedî ye."

Xedîce îşaret pê kir ku Partiya Sûriyeya Pêşerojê bi hêza ciwanan bawer e bingeha projeyeke nîştimanî ya demokratîk û hêza bingehîn a vakirina Sûriyeya nû ya li ser hêmanên azadî, hemwelatîbûn û edaleta civakî ne.

Beşdaran li ser mijara panelê, astengiyên li pêşiya ciwanan û rola wan di avakirina Sûriyeyê de nêrînên xwe parve kirin. Hate gotin ku pirsgirêka herî mezin berdewama hişmendiya kevin e ku rola ciwanan paşguh dike.

Beşdaran di dawiyê de dane zanîn ku berpirsyariya pêvajoyê dikeve ser milê ciwanan û divê ciwan beşdariya siyasî veguherînin bingeheke daîmî ya avakirina Sûriyeya siberojê.

(bb)