Rêya di navbera Besîra û Şihêlê de tê sererastkirin

Yekitiya Şaredariyan a Kantona Dêrazorê dest bi sererastkirina rêya di navbera Besîra û Şihêlê de kir.

Rêya di navbera Besîra û Şihêlê de tê sererastkirin
Rêya di navbera Besîra û Şihêlê de tê sererastkirin
Rêya di navbera Besîra û Şihêlê de tê sererastkirin
Rêya di navbera Besîra û Şihêlê de tê sererastkirin
3 cotmeh, 2024   15:44
DÊRAZOR

Yekitiya Şaredariyan a Kantona Dêrazorê dest bi sererastkirina rêya di navbera bajarê Besîra û bajarê Şihêl de ya li rojhilatê Dêrazorê bi dirêjahiya 60 kîlometreyan û firehiya 20 metreyan kir. 

Yekitiyê ji bo vê projeyê hezar û 200 metrekab qîr veqetandiye. Destpêkê dê rêya xirabe bê rakirin û dûre were qîrkirin.

Hevserokê Nivîsgeha Fenî ya Şaredariya Gel a bajarê Şihêl Miqdam El Elgle diyar kir ku zîftkirina rê di plansaziya wê ya 2024`an de ye û çaverê ye hefteya bê ev xebat bi dawî bibe.

(şx)

ANHA