Li gelek deveran xewepêşandanan li dar ketin

Li gelek deverên Sûriyeyê bi daxwazên başkirina rewşa xizmetguzarî û jiyanî û dayîna mûçeyan xwepêşandan hatin lidarxistin.

Li gelek deveran xewepêşandanan li dar ketin
Li gelek deveran xewepêşandanan li dar ketin
Li gelek deveran xewepêşandanan li dar ketin
Li gelek deveran xewepêşandanan li dar ketin
Li gelek deveran xewepêşandanan li dar ketin
20 tebax, 2026   16:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Ezazê yê gundewarê Helebê, xwediyên pîşeyan li pêşiya avahiya şaredariyê çalakiyek li dar xist. Di xwepêşandanê de biryara veguhestina dikanên wan bo herêmeke nû ya pêşesaziyê red kir.

Çavkaniyên xwecihî diyar kir ku çalakî bi lihevkirineke bi şaredariyê re bi dawî bû. Li gorî lihevkirinê, dikan dê neyên girtin, lê tenê naverêyên ku bi kel û pelan tijî bûne were valakirin. Her du aliyan li ser veqetandina ciheke alternatîf ji herêma pêşesaziyê li aliyê rojavayê bajêr nîqaş kirin.

Şêniyên gundên Çiyayê Şehşûbê yê gundewarê Hemayê jî ji ber rewşa xizmetguzarî ya xirab xwepêşandanek li dar xist. Şêniyan daxwaza başkirina rewşa xizmetguzariyê, dabînkirina ava vexwarinê û kehrebeyê, sererastkirina rêyan û navendên perwerde û tenduristiyê kirin. Ji bo vekirina koçberan a li gundên xwe jî banga  peydakirina mercên guncaw kirin.

Bazirgan û ajokarên ji Dêrazorê li ber ferzkirina bacen giran û dermengmayîna derbaskirina kel û pelên wan, her wiha ji ber bilindbûna lêçûna veguhestinê û kel û pelan çalakiyên protestoyî li deriyên têketinên bajêr li dar xistin.

Li bajarê Hesekê jî karmendên şaredarî û yên qadên kehrebe û çandiniyê ku ji nêzî 6 mehan ve mûçeyên xwe wernegirtine û hîna li ser kar in, çalakiyên xwe didomînin.

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê jî mamoste û karmendên perwerdeyê daxwaza entegreya di çarçoveya peymana 29`ê Çileyê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê dikin. Mamoste û karmendên perwerdeyê dixwazin mûçeyên wan mîna yên li herêmên Rêveberiya Xweser werin dayîn.

(sb)

ANHA