Wezîrê Veguhastinê bi Parêzgarê Hesekê re pêşxistina veguhastinê nîqaş kir

Wezîrê Veguhastinê ya hikumeta veguhêz bi Parêzgarê Hesekê re rêbazên pêşxistina xebatê li Gerînendetiya Veguhastinê ya Qamişlo, şopandina tedbîrên girêdayî temamkirina entegrekirina datayên erebeyan li gorî sicil û belgeyên fermî nîqaş kirin.

Wezîrê Veguhastinê bi Parêzgarê Hesekê re pêşxistina veguhastinê nîqaş kir
Wezîrê Veguhastinê bi Parêzgarê Hesekê re pêşxistina veguhastinê nîqaş kir
Wezîrê Veguhastinê bi Parêzgarê Hesekê re pêşxistina veguhastinê nîqaş kir
Wezîrê Veguhastinê bi Parêzgarê Hesekê re pêşxistina veguhastinê nîqaş kir
20 tebax, 2026   17:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Veguhastinê ya hikumeta veguhêz Yeirub Bedir bi Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed re civiya, rêbazên pêşxistina xebata li Gerînendetiya Veguhastinê ya Qamişloyê, şopandina tedbîrên girêdayî temamkirina entegrekirina datayên erebeyan li gorî sicil û belgeyên fermî nîqaş kirin. Ew yek ji bo ji nû ve aktîvkirina xizmetên ji welatiyan re tên pêşkêşkirin û bilindkriian asta xebata îdarî û pîşeyî ye.

Di civînê de çawaniya avakirina tîmeke pîşeyî û komîteya pispor ji wezaretê ji bo şopandina rewşa xebatê li Gerînendetiya Veguhastinê ya Qamişloyê, destnîşankirina pêdiviyên guncaw ji bo ji nû ve aktîvkirina amadekirina wê hatin gotûbêjkirin, li kêleka wan jî şopandina xebatên temamkirina datayên erebeyan û arşîvkirina wan hatin nîqaşkirin.

Wezîrê Veguhastinê diyar kir ku ji nû ve aktîvkirin û sererastkirina gerînendetiyên veguhastinê û xurtkirina girêdana wê ya toreyî di navbera hev de temsîla tewareyeke bingehîn di başkirina performansa rêxistina xizmetguzarî û hêsankirina gihandina datayaên erebeyên bi baldarî û lezeke mezin, dike.

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed jî diyar kir ku Gerînendetiya Veguhastinê ya Qamişloyê xwedî amadekariya guncaw e ku ji nû ve çalakiya xwe vegerîne û li gel wê data û mekanzîmaya xebata taybet a erebeyan heye. Ehmed da zanîn ku parêzgeh hewldanên xwe yên pêşxistina binesazî û piştgiriya projeyên girêdana toreyî didomîne.

Armanc ji vê gavê bingehên datayên erebeyan bibin yeke û mekanîzmayên xebatê li gerînendetiyên veguhastinê werin nûjenkirin û piştgirî ji bo projeyên ji nû ve sererastkirina binesazî û tora veguhastinê li parêzgehê were dayîn.

(f)