Li gelek bajaran salvegera 46’emîn a damezirandina PKK’ê hat pîrozkirin

Şêniyên bajarê Hesekê meşeke bi wesayîtan salvegera 46’emîn a damezirandina PKK’ê pîroz kir. Li bajarê Amûdê jî di heman çarçoveyê de Tevgera Ciwanên Şoreşger meşeke bi meşaleyan li dar xist û gaziyên şer jî bi heman boneyê li Dêrazorê çalakiyek li dar xist.

26 mijdar, 2024   21:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi wesîleya salvegera 46ˋemîn a damezrandina PKKˋê li Hesekê, Amûdê û Dêrazorê çalakî hatin organîzekirin.

HESEKÊ

Bi dehan şêniyên bajarê Hesekê û endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê meşeke bi wesayîtan salvegera 46’emîn a damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) pîroz kir.

Karwanê wesayîtan ku ji bi dehan erebeyên bi alên PKK’ê û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan xemilandî ji çerxerêya Kevokê dest pê kir û li nav kolanên bajêr geriya.

Sibe saet di 11:00’an de li parka 4’ê Nîsanê ya bajarê Hesekê şahiyek di heman çarçoveyê de were lidarxistin.

AMÛDÊ

Di heman çarçoveyê de Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya bajarê Amûdê meşeke bi meşaleyan li dar xist.

Di meşê de endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekitiya Jinên Ciwan, Yekitiya Werzîşê, ciwanên saziyên Rêveberiya Xweser û endamên navendên civaka sivîl beşdar bûn.

Meşê ji qada şehîd Cîhad dest pê kir û ber bi navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger ve bi rê ket.

DÊRAZOR

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gaziyên şer salvegera 46ˋemîn a damezirandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK)’ê bi coşeke mezin pîroz kir.

Di pîrozbahiyê de yek ji rêvebera Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Arîn Koçer a bi wesîleya rojê axivî û diyar kir ku bi têkoşîna PKK’ê ya di pêşengiya Rêber Apo de gelên Rojhilata Navîn bi xwe hesiyan û got: “Em ê vê têkoşînê her bidomînin. Em bi hêvî ne û bawer in ku sala bê em ê salvegera PKK’ê bi Rêber Apo re pîroz dikin.”

Piştî axaftinê paste hate birîn û li mêvanan hat belavkirin.

Pîrozbahî bi stranên şoreşgerî û bi teqandina fîşekên hewayî dewam kir.

(mh/fr)

ANHA