‘PKKˈê zindîkirina mirovatiyê ye’

Gaziyê şer Çekdar Efrîn destnîşan kir ku ew weke gazî hê jî li beramberî Tevgera Azadiyê û gelan xwe deyndar dibînin û got, avabûna PKK’ê zindîkirina mirovatiyê û gerdûnê ye, vegera li nirxên civakî yên hatibûn windakirin e.

‘PKKˈê zindîkirina mirovatiyê ye’
27 mijdar, 2024   03:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) îro (27 Mijdarê) dikeve sala xwe ya 47’emîn. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şervan û gaziyên wan damezirandina PKK’ê û Tevgera Azadiyê bi coş û heyecan pêşwazî dikin. 

Çekdar Efrîn ê di Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de birîndar bûye û weke gaziyekî şer hê jî di nav refên têkoşînê de ye têkildarî  salvegera 47ˈan a avabûna PKK’ê ji ajansa me re axivî.

Gaziyê şer Çekdar Efrîn di destpêka axaftina xwe de got, “Salvegera 47ˈan a damezirandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) di serî de li Rêber Apo, li tevahî hevalên şehîd, hevalên me yên li serê çiyayan ên îro destanan dinivîsînin pîroz be. Rêber Apo ji bo bersiva ji şehadeta hevalê Hakî Karer û rakirina tola wî gav avêt û PKK ava kir.  Helbet derketina holê ya PKK’ê zindîkirina mirovatiyê û gerdûnê ye, vegera li nirxên civakî yên hatibûn windakirin e. Têkbirina zîhniyeta desthilatdar a xwînmij û zilmkar, her wiha ya hişmendiya bi serweriya mêr e.” 

‘DERKETINA PKK PÊŞXISTINA CIVAKA EXLAQÎ Û POLÎTÎK E’

Çekdar Efrîn bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û wiha domand, “Di roja me ya îro de dijmin bi hemû hêz û teknîka xwe êrişî şervan û gerîlayên azadiyê û civaka me dike. Ji bo desthilatdariya wan ji dest neçe bi hemû rêbazên qirêj berê xwe didin ciwanan û civakê. Lewma avabûna PKK’ê li dijî vê zilm û dagirkeriyê ye. Yanî têkbirina modernîteya kapîtalîst, avakirina dîrokeke rast, pêşxistina civakeke exlaqî û polîtîk e.”  

Çekdar Efrîn anî ziman ku Rêber Apo Rêberê gerdûnî, Rêberê mirovatiyê, Rêberê hemû dîrok û civakê ye û got, “Dagirker û hevkarên wan hewl dan di şexsê Rêber Apo de ku bi awayekî fizîkî di zindana Îmraliyê de girtiye Tevgera Azadiyê û civakê tine bikin. Helbet Rêber Apo derfet neda wê, rê neda ku karibin tiştekî wiha bikin. Rêber Apo di zindanê de partî jinûve ava kir, zindî û mezin kir. Di pêşengiya Rêber Apo de Tevgera Azadiyê mezin bû. Hevalên me yên li zindanan ên weke Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Mihemed Xeyrî Dûrmûş, Alî Çîçek li hember hemû êriş û îşkenceyên hêzên dagirker li ber xwe dan. Destan û dîrokek ji agir nivîsandin. Ev civak û ev gel hê jî vê têkoşînê dimeşîne.”

Gaziyê Şer Çekdar axaftina xwe wiha dewam kir, “Dijmin zeîf bûye. Li hember hemû şehîdan û têkoşîna civakê û Tevgera Azadiyê, dijmin zeîf dibe. Bi pêşengiya heval Bêrîtan, Zîlan, Sara û hevalên din dijmin tine dibe. Êdî hêza dijmin nemaye. Em jî di vê rêyê de têkoşîn û berxwedanê didomînin. Ji ber di vê tevgerê û vê rêyê de heqîqeta mirovatiyê heye. Tevgera Azadiyê li dijî zilmkar, xwînxwar û dagirkeran xwedî hêz e.”

‘DİVÊ EM DENGÊ XWE BİLİND BİKİN’

Çekdar Efrîn îşaret pê kir ku Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di encama ked û xebata Rêbertî ya li Rojhilata Navîn û bi saya bi hezaran şehîdan ava bû û têkildarî vê mijarê wiha axivî: “Ev şoreş îro ji bo hemû gelan bûye hêviya jiyaneke azad û wekhev. Bi bîrdozî û paradîgmaya Rêber Apo gel û mirov êdî fêm dikin ku ew desthilatdariyên zilmkar ji bo wan ne qederek e û dikarin bi têkoşînê jiyaneke alternatîf çêbikin.”    

Çekdar Efrîn bal kişand ser rola gaziyên şer jî û got, “Em weke gaziyên şer hê jî li hember Tevgera Azadiyê û gelan xwe deyndar û kêm dibînin. Ji niha û şûn ve em ê ji bo gelên xwe û xaka ji ya ji destê me tê bêhtir bikin. Em ê xwedî li vê Tevgera Azadiyê û şehîdan derkevin. Em ji bo dijmin dibêjin ku ew mirovên te bi salan tî û birçî hiştine wê bêdeng nemînin. Ew mirovên bi salan êş dîtine wê li hember we bêdeng nemînin. Di roja me ya îro de bi hezaran mirov li qadan e, têkoşînê didomînin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikin.”

Gaziyê Şer Çekdar axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Banga me ji tevahî civak û mirovên daxwaza azadiyê dikin re heye. Pêwîst e, em dengê xwe bilind bikin. Divê em bêjin, ‘Em azadiya Rêberê xwe, azadiya Rêber Apo dixwazin.’ Ev sal wê bibe sala azadiyê û sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Her wiha wê têkbirina hemû desthilatdar û zilmkaran di vê salê de pêk were.  Em ji vê bi hêvî ne. Heya dawiyê em ji bo hemû gel û civakê bi hêvî ne ku dê ev pêk were. Heya em van armancan pêk neynin divê em rehet ranezin. Em tevahî civaka xwe, mirovatiyê û hevalan silav dikin.”

(bb)

ANHA