Li Floridayê di êrişeke çekdarî de jinek û 3 zarok hatin kuştin

Li başûrê Floridayê di encama êrişeke çekdarî de jinek û 3 zarok hatin kuştin, 2 kes jî birîndar bûn.

Li Floridayê di êrişeke çekdarî de jinek û 3 zarok hatin kuştin
27 adar, 2025   13:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku rayedaran parve kirine, li başûrê Floridayê ya DYA’yê di encama gulebaranê de jinek û 3 zarok hatine kuştin û 2 kesên din ên birîndar jî rakirine nexweşxaneyê.

Şefê Tîma Rizgarkirinê Michael Kane ji rojnameya Sun Sentinel re got bûyer li Parka Pembroke saet di 20.00’an de (bi dema herêmî) qewimiye.

(bb)