Li Tirkiye hezar û 879 kes hatine binçavkirin

Di çalakiyên protestoyî yên piştî operasyona li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) de hezar û 879 kes hatine binçavkirin û ji van kesan 260 kes hatin girtin. 468 kes jî bi şertê kontrola edlî hatine berdan.

Li Tirkiye hezar û 879 kes hatine binçavkirin
27 adar, 2025   13:46
NAVENDA NÛÇEYAN 

Wezîrê Karên Hundirîn Alî Yerlîkaya ragihand ku di çalakiyên protestoyî yên şermezarkirina girtina Serokê ÎBB’ê Ekrem Îmamoglû de hezar û 879 kes hatine binçavkirin.

Ji kesên hatine binçavkirin 260 kes hatine girtin û derheqê 468 kesan de jî biryara kontrola edlî hatiye girtin. 662 kes jî hê jî di bin çavan de ne.