Li Fîlîpînê êrişeke bombeyî: 3 kes mirin

Li herêmeke başûrê Fîlîpînê di dema ayîna Katolîk de êrişa bi bombeyî pêk hat. Hat ragihandin ku di êrişê de herî kêm 3 kes mirin û bi dehan kes birîndar bûn.

Li Fîlîpînê êrişeke bombeyî: 3 kes mirin
3 kanûn, 2023   13:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Şefê polîsan ê herêmê Allan Nobleza ragihand ku teqîn li bajarê herî mezin ê misilmanan ê welêt Marawê li salona sporê ya Zanîngeha Dewletê ya Mîndanao di dema ayînê de pêk hatiye.

Allan Nobleza got, ew der barê bûyerê de lêkolînê dikin.

Nobleza diyar kir ku sê kes mirine. Waliyê eyaleta Lanao del Sur Mamîntal Adîong ji rojnamevanan re got, “Zêdeyî 40 kes rakirine nexweşxaneyê.”

Serokê Dewleta Fîlîpînê Ferdînand Marcos daxuyaniyek da û got: “Ez van çalakiyên bê wate yên ji aliyê terorîstên biyanî ve tên kirin, bi tundî şermezar dikim.”

Şaredariya Marawiyê Majul Gandamra bang li civakên misilman û xiristiyan kir ku bibin yek.