Sersaxî ji malbata şehîd Nacî El Şercî re hate xwestin

Şêniyên Qamişloyê sersaxî ji malbata endamdê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Nacî El Şercî re xwestin û bang li bilindkirina asta têkoşînê kirin.

Sersaxî ji malbata şehîd Nacî El Şercî re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Nacî El Şercî re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Nacî El Şercî re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Nacî El Şercî re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Nacî El Şercî re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Nacî El Şercî re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Nacî El Şercî re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Nacî El Şercî re hate xwestin
3 kanûn, 2023   12:46
QAMIŞLO

Şêniyên Qamişloyê sersaxî ji malbata endamê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Nacî El Şercî yê ku di 29`ê Mijdarê de di encama êrişa komên girêdayî hikumeta Şamê de li Dêrazorê şehîd bûbû, xwestin. 

Konê sersaxiyê li pêşiya Goristana Şehîd Delîl Saroxan a li bajarê Qamişlo hate vedan. Di merasîmê sersaxiyê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fatma El Casim axivî û diyar kir ku wan li hemberî êrişên dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê isbat kiriye ku ew ji şer û rijandina xwînê hez nakin û her dem hemû pêkhate xwe diparêzin û wiha pê de çû: “Em ji felsefeya Rêber Abdullah Ocalan fêr bûne û heta dawiyê jî em ê parêzvanên welatê xwe bin.”

Endama PYD`ê şaxê Qamişlo Semîra Mihemed axivî û bal kişand ser pêvajoya heyî li cîhanê û da zanîn ku Rojhilata Navîn di kirîzekê de, hêzên desthildar li dû berjewendiyên xwe ketine, dixwazin sînorên xwe nû bikin û gelên herêmê jî jê bê par bihêlin.

Semîra destnîşan kir ku di vê rewşê de ji gelan têkoşîn tê xwestin da ku hebûna xwe isbat bike û wiha dom kir: “Cihê ku şehîd lê hene, şoreş jî lê heye. cihê ku girtin lê hebe divê têkoşîn jî hebe.”

Endama Kongra Star Yasmîn Îsa jî axivî û got: “Şehîdên me ji bo me meşeleya ronahiyê û cihê serbilindahiyê ne.”

Merasîmê sersaxiyê bi serdana şêniyan û slogana `Şehîd Namirin` bi dawî bû.

(sb)

ANHA