Li Ezazê bav zarokê xwe kuşt
Li bajarokê Ehtimîlat ê bajarê Ezazê yê dagirkirî bavekî di bin bandora narkotîkê de zarokê xwe yê 8 mehî kuşt.
Li bajarokê Ehtimîlat ê bajarê Ezazê yê dagirkirî yê bakurê Helebê, bavekî zarokê xwe yê 8 mehî kuşt.
Li gorî dezgehên çapemeniyê, bavê zarok di bin bandora narkotîkê de zarokê xwe kuştiye.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku narkotîk bi awayekî mezin li herêmên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dagir kirine belav bûye. Ji bo serçeteyan ew jêdera pereyan e û kesan ji bo belavkirinê û firotinê bi kar tînin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di raporeke Hezîrana borî de belav kiribû, diyar kiribû ku gelek serçeteyên çeteyên dewleta Tirk a dagirker di bazirganiya narkotîkê de kar dikin û êdî li şûna mûçeyan narkotîkê didin çeteyan. Tenê li gundê Reşo Etiye yê gundewarê bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî, rûbera zeviyên ku bi heşîşê hatiye çandin nêzî 9 hezar donim e. Her wiha narkotîk bi awayekî eşkere li dikan û parkan tê firotin.
(mh/fr)