ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29 – 7 – 2024
Welatiyên Çilaxa û Til Hemîsê anîn ziman ku daxwaza wan a yekane azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e û got: "Azadiya Rêbertî azadiya tevahî mirovahiyê ye."
Welatiyên li gund û bajarokên Tirbespiyê bi hevkariyê, pirsgirêkên xwe yên wekî av û ceyranê ku di êrişên dewleta Tirk dagir de derketibûn holê, çareser dikin.
Nivîskar û rojnameyê lubnanî Êlî El Hac diyar kir ku Netanyahu senaryoya Xezayê li Lubnanê dubare nake û diyar kir ku her geşedaneke li Xezayê dê bandor li başûrê Lubnanê bike û Îsraîlê nakeve Lubnanê.
Ji ber germahiya zêde rojane Nexweşxaneya Giştî ya Firatê ya kantona Dêrazorê 15 rewşan pêşwaz dike.
Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi koordînaya Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê çalakiyeke 2 rojan li dar dixe, di çalakiyê de têgînên ji hêla Rêber Abdullah Ocalan ve di 5 parêznameyên Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk de hatine pêşkêşkirin, tên nîqaşkirin. Çalakî li Parka Rêber Apo ya li gundê Pino yê taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê tê organîzekirin, saet 19:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Tevgera Mezopotamyayê ya Çand û Hunera Demokratîk bi diruşma ˊJi Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserîˊ li Akademiya Şehîd Yekta Herekol a bajarê Tirbespiyê çalakiyekê li dar dixe, saet 19:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)