Li Ezazê 3 çete hatin kuştin

Li bajarê Ezazê di navbera 2 komên çeteyan de şer derket. Hate diyarkirin ku di şer de 3 çete hatin kuş tin.

Li Ezazê 3 çete hatin kuştin
16 adar, 2024   10:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin, li gundê Nedê yê Ezazê yê bakurê rojavayê Helebê çeteyekî koma ’Asîfet El Şemal’ ya girêdayê artêşa Tirka  dagirker çeteyekî koma ’Ehrar El Şam’ kuşt.

Çavkaniyan diyar kir ku piştî bûyerê di navbera her du komên çete yên navborî de şer derket. Çavkaniyan destnîşan kirin ku bi şerê çekên giran de 2 çeteyên ’Ehrar El Şam’ hatin kuştin.

Hate zanîn li kampa Terhîn a gundewarê Babê yê rojhilatê Helebê liv û tevgerke mezin a leşkerî heye.

(bb)

ANHA