Di êrişa DAIŞ’ê de 10 leşkerên Şamê birîndar bûn 

Li beyara El Dober a gundewarê rojhilatê Dêrazorê di êrişa çeteyên DAIŞ’ê de 10 leşkerên hêzên Şamê birîndar bûn.

Di êrişa DAIŞ’ê de 10 leşkerên Şamê birîndar bûn 
16 adar, 2024   11:03
NAVENDA NÛÇEYA

Li gorî nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SORH), çeteyên DAIŞ’ê duh derengiya şevê êrişî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li beyara El Dober a gundewarê rojhilatê Dêrazorê kirin. 

Di nûçeya SOHR’yê de hate diyarkirin hêzên Şamê bersiva êrişa DAIŞ’ê dan û şerek derket. Hate diyarkirin ku di encama şer de 10 leşkerên Şamê birîndar bûn.

(bb)