Konferansa komînan a Sirînê hat lidarxistin

Konferansa komînan a bajarê Sirînê û bajarokê Bilik ên kantona Firatê li bajarê Sirînê hat lidarxistin.

4 kanûn, 2025   16:16
KOBANÊ

Rêzekonferansên komînan de îro li bajarê Sirînê û bajarokê Bilik ya di bin dirûşma "Komîn bingeha avakirina civaka demokratîke" konferans li hola Navenda Çand û Hunerê ya Sirînê hat lidarxistin.

Di konferansê de şêniyên Sirîn û bajarokê Bilikê, hevserokên komînan, endamên saziyên Rêveberiya Xweser amade bûn. Di konferansê de hevseroka Meclisa Gelan a Kantona Firatê Roşîn Mehmûd konferans li Rêber Abdullah Ocalan, cangoriyên azadiyê û malbatên şehîdan pîroz kir.

Roşîn Mehmûd destnîşan kir ku komîn bingeha civakê ne û wiha got: "Divê em bingeha komînan ji nû ve li gorî perspektîfên Rêber Apo ava bikin, ji ber ku komîn bingeha civaka demokratîk in. Divê her kes li gorî van rêgezan kar û xebatên komînan bide meşandin.”

Hevserokê Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê Ferhat Hec Îsa jî rewşa siyasî nirxand.

Piştî nirxandina siyasî endama Meclisa Bajarê Sirînê Xada Osman nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî komînan û ji rêveberên meclisê Ehmed Mihemed jî rêziknameya komînan xwend. Endamên komînan jî got divê pirsgirêkên komînan werin çareserkirin.

Dûre encamnameya konferansê ji aliyê endamê Meclisa Bajarê Sirînê Ehmed Mihemed ve hate xwendin. Li gorî wê; dê komîn ji nû ve werin nûjenkirin û aktîfkirin, dê perwerde ji hevserokên komînan û endamên komînan re werin vekirin, komîteyên komînan li gorî pêwîstiyan dê bên avakirin û li gorî Hevpeymana Civakî dê komîn werin nûjenkirin.

(sş)

ANHA