Xwekujekî xwe di dêreke Şamê de teqand

Êrişkarekî bi kalşînkovê welatiyên di dêreke Şamê de gulebaran kirin, dûre jî xwe teqand. Di encamê teqîn û gulebaranê de herî kêm nêzî 30 kes bûn qurban.

Xwekujekî xwe di dêreke Şamê de teqand
22 hezîran, 2025   19:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Xwekujekî di hundirê dêra Mar Ilyas a li herêma Diwêla yê Şamê de xwe teqand.

Li gorî agahiyên heyî, xwekuj kemberek teqemenî li xwe kiribû û yekser kete dêrê û bi klaşînkovê nimêjvanên li dêrê gulebaran kirin û piştre xwe teqand.

Her wiha li gorî agahiyên destpêkê, di encama teqînê û gulebaranê de herî kêm nêzî 30 kes bûn qurban.

(fr)