Li Êyn Îsa rê têne sererastkirin

Şaredariya Gel a bajarê Êyn Îsa di çarçoveya plana xwe ya salan de û bi armanca hêsankirina çûn û hatina welatiyan, dest bi serersatkirina rêyên bajêr û gundan kir.

Li Êyn Îsa rê têne sererastkirin
Li Êyn Îsa rê têne sererastkirin
Li Êyn Îsa rê têne sererastkirin
Li Êyn Îsa rê têne sererastkirin
Li Êyn Îsa rê têne sererastkirin
1 îlon, 2025   13:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Tîmên Şardariya gel a bajarê Êyn Îsa yê kantona Firatê dest bi sererastkirina rêyên taxa Sînaa ya li nava bajêr kir. Tîmên şaredariyê destpêkê xîz li rêyan datînin. Ev xebat di çarçoveya amadekirinê ya ji bo asfaltkirinê ye.

Hevseroka Şaredariya Gel a Êyn Îsayê Sena El Elî der barê xebatên sererastkirina rêyan de agahî dan û aşkera kir ku wan heta niha ji sedî 60’ê xebatên xwe pêk anîne û got xebatên wan dê li taxên rojava û rojhilat ên bajêr bi dirêjbûna 2 km û bi lêçûna 55 hezar û 550 dolarî bi rê ve pêk bê.

Şaredarî di heman demê de rêyên El Hêşiye û Til El Semin ên Êyn Îsayê tamîr dike. Ji vê rêyê re 33 hezar dolar hatiye veqetandin. Dirêjbûna rê hezar û 500 metre ye. Ev rê wê di warê xizmetguzariyê de sûdeke mezin li welatiyên herêmê bike.

Hevseroka Şaredariyê Sena El Elî da zanîn ku ew ji bo xizmeta welatiyan li gorî derfetan li tevahî taxên bajêr xebatan didin meşandin. Sena di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku wan plana rêya Xirbet Hedla ya Êyn Îsayê xistine rojeva xwe. Ev rê bi dehan gundan bi hev re girê dide.

(dc)

ANHA