Li Helebê şênî beşdarî danîna plansaziya şaredariyê ya 2026`an dibin

Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê di çarçoveya pêşxistina peywendiya bi şêniyan re û beşdarkirina wan nava xebatên xizmetguzariyê de rêzecivînên girseyî da destpêkirin.

1 îlon, 2025   13:28
HELEB

Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê lidarxistina rêzecivînên girseyî ji şêniyan re da destpêkirin. Di civînan de wê xebatên şaredariyê werin ravekirin û ji bo plansaziya sala 2026`an nêrîn û pêşniyarên şêniyan werin guhdarîkirin.

Li gorî rayedarên şaredariyê, wê 10 civîn li hemû meclisên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê werin lidarxistin.

Civîna yekem li komîna Şehîd Bakur a li rojavayê taxa Şêxmeqsûd hat lidarxistin.

Hevseroka şaredariyê Emîna Beyrem axivî û diyar kir ku "Şaredarî ji aliyê gel ve hatiye avakirin û dê li gorî derfetên berdest ji bo xizmeta wan xebatên xwe bidomîne." Emîna bang li şêniyan kir ku piştgiriyê bidin şaredariyê da ku rewşa xizmetguzariyê baştir bibe.

Di civînê de hat diyarkirin ku divê civak beşdarî sazkirina plansaziya şaredariyê bibe û pêşniyarên şêniyan bibin bingeha projeyên sala nû.

Civîneke din li Komîna Şehîd Ronahî ya li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd hate lidarxistin. Ji rêveberên, Nivîsgeha Pîşeyî ya şaredaeriyê Hisên Mihemed, der barê hewldanên şaredariyê ji bo çareserina pirsgirêkên xizmetguzariyê axivî.

Mihemed destnîşan kir ku armanca van civînan ew e ku daxwazên rastîn ên şêniyan werin destnîşankirin û ew pêşniyar di planên pêkanînê de werin bicihkirin.

Ji rêveberên komîteya qanûnî ya şaredariyê Menan Ebdî, ji ajansa me re diyar kir ku dê di sala 2026`an de gavên berbiçav ji bo çareserkirina astengiyên xizmetguzariyê yên herî girîng bêne avêtin, bi taybetî pirsgirkên av, kehrebe, rêyan û paqijiyê.

Ebdî da zanîn ku armanca van civînan ew e ku civak tevlî biryardayînê bibe û di pêkanînê de jî piştgiriyê bide xebatkarên şaredariyê.

Biryar e ku ev civîn di nava hefteyê de li her du taxan berdewam bikin.

(k)