Li Erebistana Siûdî 73 sivîl birîndar bûn, li Yemenê 300 kes mirin

 Erebistana Siûdî ragihand ku di êrişa ji aliyê Hûsiyan ve pêk hat de 73 kes birîndar bûne. Li Yemenê jî di şerê rojên dawî de zêdeyî 300 kes mirin.

Li Erebistana Siûdî 73 sivîl birîndar bûn, li Yemenê 300 kes mirin
8 îlon, 2026   11:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Yemenê şerê navbera Hûsiyan û hêzên hikumetê ji nû ve gur bû. Hûsiyan êriş birin ser başûrrojavayê Erebistana Siûdî û di êrişan de 73 sivîl birîndar bûn. Li Yemenê jî di şerê rojên dawî de zêdeyî 300 kes mirin.

 Hûsiyên li Yemenê êriş birin ser bajarên Abha, Hamis Muşayt, Cizan û Necran ên li başûrrojavayê Erebistana Siûdî. Di encamê de 73 sivîl birîndar bûn. Koalîsyona bi serkêşiya Erebistana Siûdî ragihand ku êriş li ser ‘navendên aboriyê û sivîlan’ hatiye kirin.

 Berdevkê koalîsyonê General Turkî el Malîkî diyar kir ku ji bo bersivê bidin êrişan û çavkaniya gefê bê bandor bikin wê her cûre teVbîran werbigirin.