Li Siwêdayê bazirganên sebzeyan protesto kir

Bazirganên sebze û fêkiyan ên parêzgeha Siwêdayê dest  bi grevê kirin û dê çalakiya wan heyanî roja şemiyê, bidome.

Li Siwêdayê bazirganên sebzeyan protesto kir
8 îlon, 2026   11:10
SIWÊDA

Bazirganên fêkî û sebzeyan ên parêzgeha Siwêdayê duh (duşemê) protesto kirin. Bazirganan anîn ziman ku li ser rêya Şam-Siwêda destdirêjî li ajokerên barhilgiran dikin û li ser bendê kontrolê yê El Metûne wan tengav dikin.

Şêniyan diyar kir ku dema ajokerên barhilgiran fêkî û sebze ji bazara El Hal a Şamê tanîn Siwêdayê di navbera Xirbet El Werd û El Misemiyê ew sekinandine, êrişî wan kirine û pere ji wan standine.

Bazirganên Siwêdayê li hemberî êrişên li ser ajokeran tê kirin, duh protesto kirin û daxwaz dikin ku rêya di navbera Şam û Siwêda de bi ewle bibe û rehet biçin û werin.

Her wiha bazirganan gotin li ser bendê kontrolê yê El Metûnê ev nêzî hefteyekê heyanî 10 rojan zêde wan tengav dikin, ji ajokerên kamyonan dixwazin ku barê kamyonan hemû deynin xwarê û kontrol bikin, ji ber vê yekê ajoker dereng digihîjin Siwêdayê, sebze û fêkî jî ziyanê dibînin.

Bazirganan dan zanîn ku bi şêweyî kontrolkirina kamyonan û êrişî ajokeran kirin bandoreke neyînî li ser xebata wan dike û ew nikarin madeyên xwarinê bînin parêzgeha Siwêdayê.

Têkildarî mijarê şêniyên Siwêdayê anîn ziman ku pirsgirêkên wan ên aborî û xizmetguzariyê hene, nabe ku tevgera bazirganiyê were sînordarkirin û zextê li xelkê bikin.

Bazirgan û şêniyan gotin ji bo pirsgirêka rêya di navbera Şam û Siwêda de were çareserkirin û ajokerên kamyonan rehet biçin û werin, wan dest bi çalakiyê kirine.

Rayedarên hikûmetê yên li parêzgeha Siwêdayê dibêjin wan rêya di navbera Şam û Siwêdayê de negirtine û madeyên xwarinê, sebze, fêkî û sotemenî derbasî parêzgehê dibe.

Gerînendetiya çapemeniya Siwêdayê jî got 5`ê îlonê li ser bendê kontrolê yê El Metûna rê nehatiye qutkirin û daxwaz kir ku pirsgirêk were lêkolînkirin.

Piştî ku bazirganên sebze û fêkiyan protesto kirin êdî fêkî û sebze zû bi zû li bazarên Siwêdayê nayên peydakirin û biha bûne.

(np)

ANHA