Li Enqereyê li navenda TUSAŞ'ê teqîn

Hate ragihandin ku li navçeya Kazan a Enqereyê li Navenda Hevkariya Anonîm a Pîşesaziya Balafiran a Tirk (TUSAŞ) teqîn û pevçûn çêbû.

Li Enqereyê li navenda TUSAŞ'ê teqîn
23 cotmeh, 2024   17:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku li navçeya Kazan a Enqereyê li Navenda Hevkariya Anonîm a Pîşesaziya Balafiran a Tirk (TUSAŞ) teqînekê rû da û dengê çekan hate bihîstin.

Hêzên dewleta Tirk ragihand ku kuştî û birîndar hene.

Tîmên taybet û agirkujiyê sewqî herêmê hate kirin.

Şîrketa Senayî ya Feza û Hewayî ya Tirk, navenda teknolojiyê ya di qadên dizayn, pêşxistin, hilberandin, temamkirin, nûkirin û xizmetên piştî firotinê yên platformên hewayî ya li Tirkiyeyê de ye.

Şîrket ji bo Airbus A380  ku mezintirîn balafira rêwiyan a cîhanê ye balafira veguhêzînê leşkerî Airbus A400M parçeyan dihilberîne.

(fr)