Qanûna Birêxistinkirina Erk û Destûrên Saziyên Rêveberiya Xweser hat nîqaşkirin

Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Qanûna Birêxistinkirina Erk û Destûrên Saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk nîqaş kir.

Qanûna Birêxistinkirina Erk û Destûrên Saziyên Rêveberiya Xweser hat nîqaşkirin
23 cotmeh, 2024   19:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rûniştina 108ʹan li dar xist. Di rûniştinê de Qanûna Birêxistinkirina Erk û Destûrên Saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hatin nîqaşkirin.

Di rûniştinê de hevserokên Meclisa Gelan a Demokratîk Sîham Qeryo û Ferîd Etê, cîgirê hevseroketiya meclisê Yasir Silêman, şêwirmenda meclisê Turfe Osman, Dîwana Hevpeymana Civakî Foza Yûsif, hevserokên Meclisa Edaleta Civakî ya Rêveberiya Xweser Rîme Berekat û Nebîl Çawîş, Desteya Hiqûq û Edaletê ya Meclisa Rêevber a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hevserokên Meclisa Gelan û endamên wê yên kantonan, beşdar bûn.

Di rûniştinê de Qanûna Birêxistinkirina Erka û Destûrên Saziyên Rêveberiya Xweser ku ji 23 madeyan pêk tê û dabeşî 8 beşan bûye, bi temamî hat nîqaşkirin. Di qanûnê de komîn, tax, meclisên bajarok, bajar, kanton û Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine pênasekirin.

Dê rûniştin 2 rojan bidome, heta qanûn li gorî pêşniyar û dengdanê were nîqaşkirin û guhartin.

(mh/fr)