Li Endonezyayê bi pileya 7.7 erdhej çêbû

 Li herêma Flores a Endoznezyayê, bi pileya 7.7'an erdhej çêbû. 

Li Endonezyayê bi pileya 7.7 erdhej çêbû
15 tebax, 2026   10:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî Kolombiyayê, li Endonezyayê jî erdhejek di pileya bilind de çêbû. Li herêma Flores a Endonezyayê bi pileya 7.7’an erd hejiya. Piştî wê her wiha bi pileya 5.6 û 6.1 erdhejên din jî çêbûn.

Li herêmê ji bo tsûnamiyê hişyarî hat kirin. Heya niha têkildarî ziyana ji ber erdhejê tu agahî nehatiye dayîn.