Entegrasyon li Sûriyeyê, Xeza û krîza Hurmuzê di rojeva çapemenya Erebî de bû

Sûriyeyê, Xeza, Tengava Hurmuzê û Îran mijarên herî berbiçav ê nûçeyên medyaya erebî bûn.

Entegrasyon li Sûriyeyê, Xeza û krîza Hurmuzê di rojeva çapemenya Erebî de bû
15 tebax, 2026   10:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro di gelek rojname û dezgehên medyaya erebî de bal hat kişandin li ser 3 mijarên sereke: pêşketinên li Sûriyeyê û pêvajoya entegrasyonê, pêşketinên li Şerîda Xezayê û zêdebûna nakokiyên di navbera DYA û Îranê de û krîza Tengava Hurmuzê.

YEKEM: SÛRIYE Û HESEKE Û CERIBANDINA PÊVAJOYA ENTEGRASYONÊ

Pirsgirêka Sûriyeyê di rêza pêşîn a nûçeyên şîrove de bû, bi taybetî pêşketinên li Hesekê û pêşveçûna lihevkirinên di navbera Şam û Hêzên Sûryeka Demokratîk (QSD) de. Bal hat kişandin  hêza aliyan ji bo derbaskirina aloziyên dawî û derbasbûna ji lihevkirinên siyasî ber bi gavên pratîkî di pêvajoya entegrasyonê de.

Rojnameya El Erebî El Cedîd gotarek weşand ku tê de gotinên Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê yê Karûbarên Herêma Rojhilat, Sîpan Hemo, derbarê tevgera ber bi hilweşandina Hêzên QSD`ê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîqaş dike. Gotar li ser bandorên van daxuyaniyan li ser qonaxa pêş, bi taybetî ji nû ve sazkirina çarçoveya leşkerî û îdarî li bakurê rojhilatê Sûriyê, sekinî.

YA DUYEMÎN, XEZE: NAKOKIYA AMERÎKA-ÎSRAÎLÊ Û SIBEROJA  PLANA AŞTIYÊ.

Şerîda Xezayê di rêza duyemîn de di nûçeyan de cih girt. Rojnameya El Erebî El Cedîd gotarek şîroveyê bi sernavê "Netanyahu bi Plana Şerîda Xezeyê re Rûbirû dibe " weşand. Ev gotar li ser hesabên siyasî yên Îsraîlê di mijûlbûna bi plana Amerîkî de, girêdana helwesta Netanyahu bi hilbijartinan û helwestên siyasî û îdeolojîk ên hikûmeta wî, sekinî.

Di heman demê de, El Quds El Erebî li ser siberoa plana Amerîka ji perspektîfa helwesta Îsraîlê ya li ser bêçekkirina Hamasê û vekişîna ji Şerîda Xezeyê û her weha peyamên ku di navbera aliyên têkildar de hatine parvekirin, nivîsî.

SÊYEMÎN, HORMUZ Û ÎRAN: ASTENGIYA DANÛSTANDINÊ Û EWLEKARIYA DERYAYÎ

Tengava Hormuz û rûbirûbûna Amerîka-Îranê jî di gotarên weşandî de cihekî girîng git, û bal hat kişandin li ser siberoja  danûstandinan û îhtîmala gihîştina çareseriyek ku dê vekirina tengavê garantî bike.

Rojnameya El Erebî El Cedîd, di gotareke nêrînê de bi sernavê "Navîna Lîstika Amerîka-Îranê" nivîsand ku Washington "niha di nav tengavê de ye û rêyek ji bo derketina ji Tengava Hormuz tune ye".

Rojnameyê mijara vekirina tengavê wekî "çerxek xerab" dihesibîne, di heman demê de pêşketinên têkildarî navîgasyon û helwestên Îranî û Amerîkî şopand.

(k)

ANHA