Li Enbarê serçeteyekî DAIŞ’ê hat girtin

Rêveberiya Îstîxbarata Leşkerî ya Iraqê ragihand ku wan li parêzgeha Enbarê, yek ji berpirsên herî girîng ên îdarî û darayî yê çeteyên DAIŞ’ê girtiye.

Li Enbarê serçeteyekî DAIŞ’ê hat girtin
13 hezîran, 2026   15:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Îstîxbarata Leşkerî ya Iraqê, de rbarê operasyoneke taybet û girtina serçeteyekî DAIŞ’ê ya li sînorê parêzgeha Enbarê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku îro hêzên wan ên di Beşa Îstîxbarat û Ewlekariyê ya Fîrqeya Heftem a Piyade de, bi hevkariya Beşa Îstîxbarat û Dijeterora navçeya Qaim a ser bi parêzgeha Enbarê, operasyoneke hevpar li dar xistine. Hat destnîşankirin ku operasyon li ser agahiyên îstîxbaratî û li gorî planeke ji berê de amadekirî hatiye kirin.

Hate gotin ku di encama operasyonê de, çeteyekî DAIŞ’ê yê ku bi navê kod ê “Ebû Mûseb” dihat naskirin û di lîsteya kesên lêgeriyayî de bû, ketiye xefika hêzên ewlekariyê û hatiye girtin.

Li gorî daxuyaniyê ev çete, li herêma ku berê ji aliyê DAIŞ’ê ve wekî “Wîlayeta Firatê” dihat binavkirin, berpirsê yekem ê dabeşkirina mûçe û alîkariyên darayî yên ji bo çeteyan û malbatên wan bû.

Rêveberiya Îstîxbarata Leşkerî eşkere kir ku girtina Ebû Mûseb li gorî xala 4’an a Yasaya Têkoşîna Dijî Terorê pêk hatiye.