Li Sirînê jinek û hevjînê wê hatin qetilkirin

Li gundekî bajarokê Sirînê yê Helebê de di êrişa çekdarên nenas de jinek û hevjînê wê hatin kuştin.

Li Sirînê jinek û hevjînê wê hatin qetilkirin
13 hezîran, 2026   15:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gundê Merşê yê bajarokê Sirînê yê gundewarên rojhilatê Helebê, berbanga îro çekdarên nenas êrişî malekê kir û jinek û hevserê wê qetil kirin.

Li gorî SOHR‘ê çekdarên nenas saet di 03.00‘an de de gule li hevjînan reşandin û reviyan.

Êrişkar û sedemên êrişkirinê nehatin zanîn.

(bb)