Li gundewarê Şamê ciwanek hate kuştin û malbateke şîe koçber kirin

Êrişên mezhebî li gundewarên Şamê zêde bûne, ciwanekî şîe li Seyida Zeyneb  hate kuştin û malbatek ji aliyê çekdaran ve ji bajarokê Hecîra hate derxistin.

Li gundewarê Şamê ciwanek hate kuştin û malbateke şîe koçber kirin
1 tebax, 2025   22:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêma Seyida Zeyneb û bajarokê Hecîra li gundewarê Şamê erişên mezhebî pêk hatin, 

Li Seyide Zeyneb, ciwanekî şîe ku li ser teksiyê kar dikir ji aliyê êrişkerên nenas ve hat revandin, piştî demekê ew kuştî hat dîtin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), kesê hatiye kuştin ji bajarokê Zehra yê li gundewarê Helebê ye û bi salan e li herêmê dijiya.

Vê bûyerê di nav niştecihan de metirsiyeke mezin de  derxistiye, lewma banga daxwaza lêpirsînek bilez û darizandina sûcdaran kirin.

Di bûyereke din de, komeke çekdar piştî ku di nîvê şevê de êrişî malbateke Şîe kirin ew ji mala wan a li bajarokê Hicîra, li başûrê Şamê derxistin.

Malbat, ku ji bav, dayik û keça wan pêk tê, ji bajarokê Kefriyeyê ye û bi salan e li mala xwe li bajarokê Hicêra yê başûrê Şamê dijîn.

Piştî ku malbat bi zorê hat derxin, mal û milkên wan hate desteserkirin. Êrişkaran ji wan re gotin ‘’Em Idlibî ne û naxwazin malbateke şîe di nav me de dijî’’.

Malbatê ji bo mala xwe vegerîne serî li dezgehên ewlekariyê da, lê wan tu bersivek wernegirt.

 (ac)

ANHA