Leşkerekî hikumeta Şamê hat kuştin

Li Derayê ya başûrê Sûriyeyê leşkerekî hikumeta Şamê hat kuştin. Ji destpêka salê ve 67 kes li Derayê hatin kuştin.

Leşkerekî hikumeta Şamê hat kuştin
9 adar, 2024   18:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li bajarokê Bekar ê gundewarê rojavayê Derayê leşkerekî hikumeta Şamê ji aliyê komeke çekdar ve hat kuştin.

Di nûçeya ku malpera Dera 24 a li ser heman mijarê parvekiriye de hate diyarkirin ku navê leşkerê Şamê yê di êrişa koma çekdar a nenas de hatiye kuştin Ewda El Imêrî (Ebû Kesab) e.

Li gorî  malpera Dera 24, El Imêrî  yê ji derdora bajarokê Milêha Şerqî ya gundewarê rojhilatê Derayê ye par hatibû revandin.

Hikumeta Şamê ji sala 2018’an ve qaşo "Çareseriyê" li Derayê pêk tîne, lê tevlihevî û aloziya ewlehiyê dewam dikin.

Li gorî daneyên SOHR, ji destpêka salê ve 57 bûyerên tevliheviya ewlehiyê li Derayê çêbûne û di encama van bûyeran de 68 kes hatin kuştin.

(bb)