Ji bo piştigiriya YPJ`ê helbest hatin xwendin

Li Hesekê ji bo piştgiriya Yekîneyên Parastina JInan (YPJ) çalakiyeke xwendina helbestan hat lidarxistin.

Ji bo piştigiriya YPJ`ê helbest hatin xwendin
Ji bo piştigiriya YPJ`ê helbest hatin xwendin
Ji bo piştigiriya YPJ`ê helbest hatin xwendin
Ji bo piştigiriya YPJ`ê helbest hatin xwendin
Ji bo piştigiriya YPJ`ê helbest hatin xwendin
Ji bo piştigiriya YPJ`ê helbest hatin xwendin
9 gulan, 2026   17:09
HESEKÊ

Nivîsgeha Jinan a Yekîtiya Rewşenbîran a Cizîrê, bi hevkariya Meclisa Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), îro li Parka Xwendinê ya Hesekê jib o piştgiriya YPG`ê çalakiyeke xwendina helbestan li dar xist.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre endama Meclisa Jinan a TEV-DEMê, Şêrîn Hesen axivî û diyar kir ku Şoreşa Rojava wekî Şoreşa Jinan tê zanîn.

 Şêrîn diyar kir ku, "Divê jin di siberoja Sûriyeyê de rolekê bilîzin, û em diyar dikin ku YPJ`ê sembola hebûna jinan li herêmê ye. Em ê têkoşîna xwe ji bo bidestxistina mafên xwe mezin bikin, û em piştgiriyê didin YPJ`ê û em ê her gav li pişt wan bin."

Hevseroka Yekîtiya Rewşenbîran a Cizîrê Feyrûz Reşik jî, axivî û diyar kir ku YPJ`ê nûneriya hebûna jinan li herêmê ye.

Piştî axaftinan komek helbestvanên jin helbestên xwe yên derbarê YPJ`ê û şoreşa Rojava de xwendin.

(k)