Li Efrînê hêrsa li dijî dagirkeran

Li Efrînê piştî kuştina zarokekî 15 salî ji aliyê çeteyan ve, bertek nîşanî hovîtiya dewlata Tirk a dagirker û çeteyên wê hat dayîn.

Li Efrînê hêrsa li dijî dagirkeran
14 adar, 2024   12:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyê dewleta Tirk a dagirker li navçeya Cindirêsê ya Efrînê zarokê Kurd ê bi navê Ehmed Xalid Mamo (15) qetil kiribû û avêtibû bîreke avê ya li ser rêya gundê Til Silorê.

Malbata zarok a li Cindirêsê bang li welatiyan kir ku sibe saet 9ˊan sibehê li pêş navenda çeteyên “Polîsên Sivîl” a li Efrînê protesto bikin.

Malbata zarok gotibû heta kujer radestî wan nekin û neyê cezakirin, ew kurê xwe venaşêrin. Her wiha bang li xelkê Efrînê kir ku tev li protestoya wan bibin û piştgiriyê bidin xwesteka wan.

Li ser vê yekê bi dehan kesên li Efrînê mane, bertek nîşanî qetilkirina Ehmed Xalid Mamo da. Di dîmenan de ku ji Efrînê derketine, hêrsa gel a li hemberî dagirkeran diyar dibe. Her wiha xuya dibe bê çawa çete guleyan li xwepêşandêran direşînin.

Xwepêşandêrek jî vê bangê li Kurdan dike: "Heta kengî em ê werin kuştin, ji zilmê re êdî bes e, bijî berxwedana Efrînê.”

Par jî di şeva Newrozê de li heman navçeyê ji malbatekê 4 kes ku Newroz pîroz dikir, ji aliyê çeteyan ve hatibûn qetilkirin.

(bb)

ANHA