Li Efrînê 3 kes hatin revandin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li bajarê Efrînê yê dagirkirî 3 kes revandin.

Li Efrînê 3 kes hatin revandin
20 mijdar, 2024   12:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên xwecih, dewleta Tirk a dagirker duh şêniyê bi navê Henan Henan Elo (1994) yê ji gundê Dîkê yê bajarokê Bilbilê yê Efrîna dagirkirî, li Bakurê Kurdistanê revandiye. Elo beriya çend salan koçber bûbû.

Çavkaniyan da zanîn ku çeteyên “Polîsên Leşkerî" pêncşemê (14`ê Mijdarê) şêniyê bi navê Mihemed Mihemed Mistefa (42) yê ji gundê Holîlê yê bajarê Recoyê revandiye. Henan Elo ji ber ku xwest mala xwe ya li taxa Eşrefiye ya Efrînê ku çeteyan desteser kiriye vegerîne, hate girtin.

Roja şemiyê jî çeteyan şêniyê bi navê Nûrî Îsmaîl Elî (46) li pêşiya mala wî ya li nêzî stasyona kehrebeyê ya taxa Eşrefiye revand.

Li herêmên Sûriyeyê yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de, tevlihevî û binpêkirin berdewam in.

(şx/k)