Leşkerekî din ê Lubnanê yê di êrişa Îsraîlê de borîndar bûbû jiyana xwe ji dest da

Artêşa Lubnanê ragihand ku leşkerekî din ê ku di êrişa Îsraîlê ya li başûrê Lubnanê de birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest daye.

Leşkerekî din ê Lubnanê yê di êrişa Îsraîlê de borîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
20 mijdar, 2024   12:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Lubnanê ragihand ku leşkerekî din ku di êrişa Îsraîlê ya li dijî başûrê welêt de birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da. 

Artêşa Lubnanê di daxuyaniyê de diyar kir ku sêşemê Îsraîlê erebeyeke artêşê li ser rêya Birc El Milûk-Qelîa ya li başûrê Lubnanê li ser sînorên Îsraîlê, bombebaran kiribû û di encamê de 3 leşker hatibûn kuştin û leşkerek jî birîndar bûbû. Leşkerê birîndar îro jiyana xwe ji dest da.

(şx/k)