Hizbullahê êrişî leşkerên Îsraîlê kir, Îsraîlê gelek bajarok bombebaran kirin

Hizbullahê bi moşekan li başûrê Lubnanê yekîneyeke artêşa Îsraîlê bombebaran kir. Balafirên şer ên Îsraîlê jî gelek bajarokên Lubnanê bombebaran kirin.

Hizbullahê êrişî leşkerên Îsraîlê kir, Îsraîlê gelek bajarok bombebaran kirin
20 mijdar, 2024   12:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Hizbullaha Lubnanê ragihand ku duh bi şev li nêzî bajarokê Merkebe yê li başûrê Lubnanê, bi moşekan leşkerên Îsraîlê yên ku hewl dida hevalên xwe yên birîndar xilas bikin, bombebaran kirine. 

Ajansa nîştimanî ya ragihandinê ya Lubnanê ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê bajarokên Naqûra, Dêra Qanûn Ras El Eyn, El Cibîn, El Mensûrî , Qana, Atît û Zêqîn bombebaran kirin.

Ajansê diyar kir ku bi bombebarankirinê re, geliyê Hamûl ê li bakurê Naqûrayê bi çekên giran û bombeyên fosforê hatin topbarankirin.

(şx/k)