Li Efganistanê teqîn

Li parêzgeha Qendehar a başûrê Efganistanê teqînekê rû da û di encamê de 6 kes hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.

Li Efganistanê teqîn
21 adar, 2024   13:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî dezgehên çapemeniyê teqîn li şaxê Banka Kabûlê yê li parêzgeha Qendehar a başûrê Efganistanê çêbûye.

Li gorî çavkaniyan, dema karmend hatibûn ji bo ku mehaneyên xwe wergirin, teqîn çêbûye.

Di encamê de li gorî daneyên pêşîn 6 kes hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne.

(şx)