Li DYA'yê xwepêşandanên li dijî Trump

Li piraniya bajarên DYA'yê 3 hezar û 200 xwepêşandan li dijî siyasetên Donald Trump hatin lidarxistin.

Li DYA'yê xwepêşandanên li dijî Trump
29 adar, 2026   11:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Li 50 eyaletên Dewletên Yekûbyî yên Amerîkayê bi beşdariya bi mîlyonan kesî zêdetirî 3 hezar û 200 xwepêşandan li dijî siyasetên serokê DYA'yê Donald Trump hatin lidarxistin.

Kesên xwepêşandan bi rêxistin kirine diyar kir ku xwepêşandanên mezin li New York, Dallas, Philadelphia û Washington bûn. Her wiha û texmîn kirin ku du ji sêyan beşdaran ji derveyî navendên bajarên mezin tev lê bibin.

Li gorî  wan, ev jî hejmar ji sedî 40 li gorî xwepêşandana yekem a Hezîrana borî mezintir e.

Li eyaleta Minnesota ya ku ji ber zextên Trump ên li ser koçberiya neqanûnî bûye xaleke aloz, xwepêşandaneke mezin li ber Şaredariya St. Paul hate lidarxistin. Xwepêşandêran wêneyên Renee Goode û Alex Pretty ên ku îsal ji aliyê Hêzên Rêveberiya Koçberî û Gumrikê ve hatine kuştin, hildan.

Xwepêşandan wekî berdewama pêngava "Bê Qiral" tên lidarxistin.

(bb)