‘Amerîka plana êrişa bejahî li ser Îran amade dike’

Washington Post ragihand ku wezareta şer a Amerîkayê ji bo êrişa bejahî ya li dijî Îranê di nava amadekariyên cidî de ye.

‘Amerîka plana êrişa bejahî li ser Îran amade dike’
29 adar, 2026   11:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Washington Post ku agahiyên xwe spartine berpirsên payebilind yên Amerîkayê, Wezareta şer ya Amerîka (Pentagon) amadekiariyên cidî û hûr ji bo lidarxistina operasyona bejahî ya li nav xaka Îranê dike ku tê pêşbînîkirin çend hefteyan bidome.

Li gor heman çavkaniyan plana êrişê ji aliyê hêzên komando û bejahî yên artêşa Amerîkayê ve tê danîn, lê hîna jî zelal nebûye wê Donald Trûmp biryar li ser plana êrişê bide yan na.

Her wiha hatiye diyarkirin ji bo gihiştina armancan wê çend hefteyek pêwîst be û niha lêkolîn li ser hûrgiliyên çawaniya lidarxistina operasyonê tê kirin. Hatiye gotin ku tê pêşbînîkirin operasyon du mehan bidome.

Di vê çarçoveyê de CENTCOM’ê jî eşkere kir ku bi hezaran leşkerên Amerîkayê gihiştine Rojhilata Navîn û zêdetirî 20 keştiyên şer  jî li herêmê amadekirine.