Li Dirbêsiyê zeytûna Spanî; guncîna li gorî avhewayê û xurtkirina aboriyê
Di çarçoveya pêşxistina rêbazên çandiniyê û xurtkirina ewlekariya xwarinê li herêmê de, Saziya Çandiniyê ya bajarê Dirbêsiyê dest bi projeya çandina cûreyê “Arbequina” yê darên zeytûna Spanyayî kir. Ev cûre bi rêjeya bilind a hilberînê û guncîna li gorî jîngeha herêmê tê naskirin.
Saziya Çandiniyê ya bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê dest bi projeya çandina cureyê “Arbequina” ya darên zeytûna Spanyayî kir. Ev cûre ji cureyên herî serkeftî di aliya rêjeya hilberînê de ye. Li ser asta Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ev tecrûbeya yekemîn e.
Ev proje beşek ji çarçoveya kampanyaya stratejîk e, ya ji bo piştgiriya çandiniya nûjen bi rêya derbaskirina cureyên nû yên darên berhemdar li herêmê ye. Ev cure dikarin xwe li gorî avhewaya sert xwe adapte bike, hilberîna wê baş e û tu daneyên xwezayî xerce nake, bi taybet jî di dema kêmbûna barîna baranê de.
TAYBETMENDIYÊN ÇANDINÎ YÊN 'ARBEQUINA ': GUNCÎNA LI GORÎ JÎNGEHÊ Û HILBERÎNA BAŞ
Dara zeytûnê ya " Arbequina " ya Spanyayî dareke biçûk e, zû mezin dibe û berhemdayîna wê ya zeytê baş e. Dar piştî çandina wê bi 2-3 salan dikare berhemê bide.
Der barê vê mijarê de, hevserokê Saziya Çandiniyê ya bajarê Dirbêsiyê Îbrahîm Mihemed ji ajansa me re diyar kir ku dar xwe li gorî avhewaya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê adapte kir, li hemberî zuhabûnê û pileyên bilind ên germahiyê xwe ragirt û ava zêde naxwaze.
Mihemed got ku li Dirbêsiyê ji sedî 97 darên vê cureyê hatine çandin û bi ser ketiye, ev jî nîşaneya adaptekirina wê li gorî ax û avhewaya herêm ye. Ev yek teşwîqekê çêdike ku ev tecrûbe li tevahî herêmên din belav bibe.
DI HER HÊKTAREKÊ DE HEZAR DAR TÊN ÇANDIN
Ji taybetmendiyên herî girîng ên vê darê dikare zêde were çandin anku di her hêktarekê de hezar dar tê çandin, lê sinfên din di her hêktarekê de ji 200 heta 300 dar tên çandin. Ev zêdebûna çandina daran di her hêktarekê de dihêle hilberîna giştî zêde bibe û pêdiviya rûbera çandiniyê qels dike.
Her wiha di lubên wê de rêjeyek bilidn a zeyta paqij heye û di hin caran de zeyta di lubekê de ji sedî 20 e û ev yek dihêle bibe bijarteyekê aborî ya ji bo hilbirîna zeyta zeytûnê ya xwedî kalîteya bilind.
TEKNÎKÊN NÛJEN ÊN ÇANDINIYÊ
Mihemed diyar kir ku di projeya xwe de wan 6 hezar û 125 dar di 65 doniman de çandine û wan daran bi rêya sîstema dilopan av dide, da ku av zêde neyê xerckirin û nexweşî çênebin. Li kêlek wê jî ji bo pêxistina bîran zêdetirî 200 tabloyên enerjiyê hene.
Mihemed ajame bi girîngiya xwe spartina li çandiniya nûjen kir, ku weke bingeha pêşxistina beşa çandiniyê ye û diyar kir ku divê piştgiriya pîşeyî û teknîkî ya cotkaran were kirin ku ev tecrûbe were belavkirin û got: "Em ne tenê daran ji derve tînin, lê bingeha rêbazeke çandiniyê ya mayînde datînin ku nirxa axê bilind bike û li gorî guhertinên avhewayê bin û aboriyeke baştir ji cotkaran re bîne."
JI BO PÊŞEROJA ÇANDINIYÊ PROJEYEK STRATEJÎK E
Desteya Aboriyê û Çandiniyê yên kantonê hewl dide ku ev tecrûbe bibe destpêka projeyên mezintir ên ber bi xurtkirina ewlekariya xwarinê û pêşxistina hilberîna xwecihî ve, nexasim hemwextî zextên jîngehê û zehmetiyên li pêşiya çandiniya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
Çaverê ye piştî ku di 3 salên bê de encamên qonaxa yekemîn ên vê projeyê hatin nirxandin, ev proje li Amûdê, Tirbespiyê û Reqayê were pêkanîn.
(mh/fr)
ANHA