‛Bêdengiya li hemberî tayînkirina kujerê Hevrîn Xelef sûc e’

Jinên çalakger ên Sûriyeyê diyar kir ku tayînkirina kujerê Hevrîn Xelef wek fermandarê yek ji komên leşkerî yên Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê sûceke zelal e û heqareta li xwîna qurbaniyan e û bûyerek ji rêzê wisa derbas bibe nîn e. Çalakgeran daxwaza betalkirina biryarê û hesabpirsîna kujer li pêş dadgeha Sûriyeyê û navneteweyî kir.

‛Bêdengiya li hemberî tayînkirina kujerê Hevrîn Xelef sûc e’
12 gulan, 2025   07:15
REQA
MIZGÎN ELÎ

Biryara hikûmeta Şamê ya tayînkirina Hatim Ebû Şeqra weke fermandarê Firqeya 86’an rastî gelek bertek û şermezarkirinên tund hat. Ji ber ku Hatim Ebû Şeqra kujerê Sekretera Giştî yê berê yê Partiya Sûriya Pêşerojê şehîd Hevrîn Xelef e. Girseya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nemaze jinan banga hesabpirsîna wî kir ne xelatkirina wî di cihekî leşkerî de.

Di vê çarçoveyê de, Hevseroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Edalet Umer diyar kir ku erkdarkirina kesên ku sûcên dermirovî li dijî jin û zarokan kirine, bêhurmetkirina xwîna şehîdan e û got: "Divê li pêş dadgeha Sûriyeyê û navneteweyî hesab ji wan were pirsîn ne di erkên wezareta parastinê de werin tayînkirin."

Edalet diyar kir ku divê kesên destê wan di sûcan de hene ji ristên pêşeroja Sûriyeyê de werin bidûrxistin, ji ber ku li dijî pêkhateyên gel di serî de jinan, Kurd, Elewî û Durziyan de sûc kirine. Edalet banga avakirina pergaleke nenavendî û pirrengî kir ku mafên hemûyan û destkeftiyên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêze, nexasim destkefityên jinan.

Her wiha Berdevka Meclisa Jinan a Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Fatme El Elî axivî û got: "Ev tayînkirin hewla têkbirina projeya Rêveberiya Xweser bi taybet projeya jinên azad e. Şehîd Hevrîn Xelef sembola aştî û siyasetê bû, tayînkirina kujerê wê sûcekî nayê paşguhkirin."

Girêdayî heman mijarî endama Meclisa Edaleta Civakî ya Kantona Reqayê Ebîr El Xelîl, destnîşan kir ku erkdarkirina çeteyekî weke Hatim Ebû Şeqra bo fermandariya leşkerî "li eniya desthilata Şamê damxeya şermê ye" û bang li civata navneteweyî kir ku edaletê pêk bîne û sûcdaran bi taybet kesên sûc li dijî jinan kirine ceza bikin ku tu kes ji hesabpirsînê nefilite.

Ebîr anî ziman ku edaleta rastîn tenê bi hesabpirsîna sûcdaran pêkan e û tu paşguhkirina van sûcan li dijî mirovahiyê îxanet e.

Di dawiyê de her sê çalakvanan banga misogerkirina mafên jinan û mafên hemû civakan di destûra Sûriyê ya pêşerojê de kirin û daxwaz kir ku weke modela çareseriya krîza Sûriyeyê û avakirina dewleta demokratîk, pirrengî û ewle Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser ji bo tevahî Sûriyeyê bipejirînin.

(aq/fr)