Li Dirbêsiyê têkildarî pransîbên bingehîn ên mafên jinan panel

Kongra Star û Yekitiya Jinên Ciwan li bajarê Dirbêsiyê li ser pransîbên sereke yên mafên jinan panelek diyalogê li dar xist. Di panelê de şehîd Bêrîtan di salvegera 33'yemîn a şehadeta xwe de hat bibîranîn.

Li Dirbêsiyê têkildarî pransîbên bingehîn ên mafên jinan panel
Li Dirbêsiyê têkildarî pransîbên bingehîn ên mafên jinan panel
Li Dirbêsiyê têkildarî pransîbên bingehîn ên mafên jinan panel
Li Dirbêsiyê têkildarî pransîbên bingehîn ên mafên jinan panel
Li Dirbêsiyê têkildarî pransîbên bingehîn ên mafên jinan panel
Li Dirbêsiyê têkildarî pransîbên bingehîn ên mafên jinan panel
16 cotmeh, 2025   17:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongra Star û Yekitiya Jinên Ciwan ên bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê bi boneya salvegera 33'yemîn a şehadeta şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) paneleke diyalogê li ser pransîbên sereke yên mafên jinan organîze kir.

Panel li Navenda Çand û Herêmê ya bajêr bi amadebûna şênî, nûnerên saziyên sivîl hat lidarxistin.

Panel bi sînevîzyonekê li ser welatparêzî, rêxistinbûn, fikr û îradeya azad, têkoşîn, exlaq û bedewiyê hat pêşandan.

Piştre endama Mala Jinan a Dirbêsiyê Hemîde Îso li ser mafên jinan axivî û diyar kir ku divê jinên xwe û civaka xwe bi rêxistin bikin ku zanatir û hevgirtîtir bin.

Hemîde Îso destnîşan kir ku divê jin û civak ji fikrê kapîtalîst werin parastin û got ku bedewiya rastîn a jinan di cewher, fikr û siyaseta wê de ye, ne di teşeya wê ya derve de ye.

Di dawiya panelê de şehîd Bêrîtan û rola wê ya pêşengtiyê di têkoşîna jinan de hatin bibîranîn.

(mh/fr)

ANHA