Li derdora Şêxmeqsûd û Eşrefiyên nuqteyek leşkerî hat avakirin

Hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi ser taxa Eşrefiyê ya Helebê de nuqteyeke leşkerî ava kir. Bi vê yekê binpêkirineke din li dijî peymana 1ˊê Nîsanê hat zêdekirin.

Li derdora Şêxmeqsûd û Eşrefiyên nuqteyek leşkerî hat avakirin
16 cotmeh, 2025   17:00
HELEB
XEYS ŞEMSEDÎN

Hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi avakirina gelek nuqteyên leşkerî û bilindkirina stirên axê li derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, binpêkirina peymana 1ˊê Nîsanê, dewam dikin.

Di belgekirina binpêkirina herî dawî de, nûçegihanê me avakirina nuqteyeke nû ya leşkerî li ser girê parka Tariq Bin Ziyad a li derdora taxa Eşrefiyê û bilindkirina stirên axê li heman nuqteyê, şopandin.

Li gorî benda 5ˊan a peyman 1ˊê Nîsanê, "Heta ku rewşa herdu taxan aram bibe, ax ji ser rêyên giştî tê rakirin û rêbendên kontrolê yên sereke di destê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên ku girêdayî Wezareta Hundirîn in de, dimînin."

Di benda 3ˊyan a heman peymanê de jî tê gotin ku "Wezareta Hundirîn û Hêzên Ewlekariya Hundirîn berpirsiyarên parastina şêniyên herdu taxan in."

Çavdêran diyar kir ku ev gavên di çarçoveya rêzebinpêkirinên durbare yên bi armanca qeslkirina hewlên parastina ewlehî û aramiyê de pêk tên. Li hember van kiryaran, divê tedbîrên guncaw ji bo parastina ewlehiya giştî werin girtin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di êrişa îro (16 Cotmeh 2025) ya hêzên hikumeta veguhêz a li dijî rêbendeke hevbeş a li Çerxerêya Şîhan a li taxa Eşrefiyê de, 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Helebê birîndar bûbûn û rakirin nexweşxaneyê.

(fr)

ANHA