Bexdayê peyamên Îranê yên têkildarî Hizbullahê ji Şamê re ragihandin?

Hemwextî trafîka dîplomatîk a di navbera Tehran, Bexda, Şam û Beyrûtê de, zextên DYA’yê yên têkildarî dosyaya Hizbullahê li ser Sûriye û Lubnanê zêde dibin. Ev yek jî pirsa "Gelo rêgeheke neragihandinî ya parvekirina peyamên siyasî di navbera van weletan de hene?” derdixe pêş.

Bexdayê peyamên Îranê yên têkildarî Hizbullahê ji Şamê re ragihandin?
30 hezîran, 2026   13:48
NAVENDA NÛÇEYAN
GÎVARA ŞÊX NÛR

Zextên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yên li ser serokê hikumeta demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şera da ku ji bo sînordarkirina bandora Hizbullahê gavan biavêje, zêde dibin. Di çend rojên dawîn de jî rêzetevgerên dîplomatîk li herêmê çêbûn. Ev jî nîşan dide ku dibe rêgeheke siyasî di navbera Tehran, Bexda, Şam û Beyrûtê de hebe. Lê heya niha tu daxuyaniyên fermî ku xwezaya van tevgeran nîşan bidin, nehatine dayîn.

Ev tevger bi serdana wezîrê karên derve yê Îranê Ebas Eraqçî bo Bexdayê dest pê kir. Hemwextî serdanê axaftina li ser zextên DYA’yê yên bi armanca ji nû ve sazkirina hevsengiyên ewlehî û siyasî li Iraq û Lubnanê, bi taybetî jî di mijara Hizbullahê de, zêde bûn.

Tevî hatibû ragihandin ku serdan di çarçoveya têkiliyên dualî de hat kirin, lê dema wê aliyên siyasî yên berfirehtir dihewîne, nemaze ji ber pêşketinên bilez ku li herêmê rû didin.

Kêmî rojekê piştî vê serdanê, wezîrê karên derve yê Iraqê serdana Şamê kir û bi serokê hikumeta demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şera û berpirsên din ên hikumeta demkî re hevdîtin kir.

Serdanê derî li ber şîroveyên siyasî vekir ku dibêjin dibe ku Bexdayê peyamên Îranê gihandibin hikumeta demkî ya Sûriyeyê, nemaze di demekê de ku zextên DYA’yê yên li ser Şamê yên têkildarî Hizbullahê zêdetir bûne.

Li gorî hin şîroveyên siyasî, Tehran bi fikar li her nêzîkbûneke muhtemel a di navbera Şam û Washingtonê de û îhtîmala ku hikumeta demkî ya Sûriyeyê bersiva daxwazên DYA’yê yên têkildarî tundkirina tedbîrên li ser sînorê Lubnan-Sûriyeyê û rûdana pevçûnan li dijî Hizbullahê dinêre.

Hin çavdêr jî dibêjin dibe ku Bexdayê peyamên Îranê ji Şamê re ragihandibin û daxwaz kiriye ku ji tevlêbûna rêkeftineke herêmî ya ku dikare bandorê li helwesta Hizbullahê bike, dûr bisekine.

Li gorî agahiyan, wezîrê karên derve yê hikumeta demkî ya Sûriyeyê Eshed El Şeybanî di rojên bê de serdana Lubnanê û hevdîtinan bi rayedarên wê re pêk bîne. Çavkaniyan got di hevdîtinan de dê dosyaya girtiyên sûriyeyî, kontrolkirina sînor, birêxistinkirina têkiliyên dualî werin gotûbêjkirin. Her wiha destnîşan kir ku dê El Şeybanî peyamê bide ku niyeta Şamê ya destwerdana leşkerî li Lubnanê nîn e.

 Der barê van serdanan de tu daxuyaniyên fermî nehatin dayîn, lê dema wan a li pey hev, nîşan dide ku serdana çarçoveya asayî ya protokolî derbas kirine û tevgereke herêmî ya bilez a ji nû ve sazkirina hevsengiyên siyasî û ewlehî li herêmê nîşan didin.

(bb)

ANHA