Li dijî tayînkirina kujerê şehîd Hevrîn Xelef rêzeçalakiyên şermezarkirinê

Rêxistinên siyasî, ciwan û saziyên civaka sivîl li dijî biryara desthilata Şamê ya tayînkirina kujerê Sekretera Giştî ya berê ya Partiya Sûriya Pêşerojê şehîd Hevrîn Xelef, ji bo fermandarê Firqeya 86’an rêzeçalakiyên şermezarkirinê li dar xistin û got ev tayînkirin berdewama siyaseta paşguhkirin û tundiyê ye, bi taybet li dijî jinan.

Li dijî tayînkirina kujerê şehîd Hevrîn Xelef rêzeçalakiyên şermezarkirinê
Li dijî tayînkirina kujerê şehîd Hevrîn Xelef rêzeçalakiyên şermezarkirinê
Li dijî tayînkirina kujerê şehîd Hevrîn Xelef rêzeçalakiyên şermezarkirinê
Li dijî tayînkirina kujerê şehîd Hevrîn Xelef rêzeçalakiyên şermezarkirinê
8 gulan, 2025   19:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Li dijî tayînkirina kujerê (Hatim Ebû Şeqra) Sekretera Giştî ya berê ya Partiya Sûriya Pêşerojê şehîd Hevrîn Xelef, ji bo fermandarê Firqeya 86’an rêzeçalakiyên şermezarkirinê hatin organîzekirin.

Meclisa kantona Tebqayê ya Partiya Sûriya Pêşerojê li Qada Şehîdan a bajarê Tebqayê çalakiyeke şermezarkirinê li dijî erkdarkirina kujerê şehîd Hevrîn Xelef, çete "Hatim Ebû Şeqra" wekî fermandarê hêzên leşkerî yên desthilata Şamê li dar xist.

Di çalakiyê de endamên partiyê, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, deste û meclisên wê û Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya amade bûn. Beşdaran pankartên "Edalet rêya yekemîn e", "Na ji tayînkirina kesên destê xwe di xwîna Sûriyeyiyan de heye", "Na ji rewabûna kesên destê wan di xwîna şehîdê aştiyê şehîd Hevrîn Xelef de heye û kujerê wê me temsîl nake" û"cihê kujeran di xaka azad de nîn e" hildan.

Di dawiya çalakiyê de li ser navê partiyê endama Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya kantona Tebqayê Muna El Dalî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin bi gaveke surprîz ji raya giştî ya Sûriyeyê û aliyên hiqûqî yên navneteweyî re, desthilata Şamê ragihand ku wê Ehmed El Hayis "Hatim Ebû Şeqra" ji bo fermandarê Firqeya 86’an tayîn kiriye, tevî ku ew ji ber sûcên xwe yên li dijî sivîlan di navneteweyî de tê xwestin û ew kujerê Sekretera Giştî ya berê ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef e.

Di berdewama daxuyaniyê de bang li desthilata Şamê hat kirin ku yekser ji vê biryarê vegere û li gorî armancên edalet û azadiyê yên gelê Sûriyeyê, pîvanên hilbijartina fermandarên leşkerî deyne û tev bigere û cihê celadan di saziyên şoreşê de nîn e, na ji rewabûna sûcdarên şer re û bêyî edaletê siberoja Sûriyeyê tune ye.

DÊRAZOR

Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya bajarê Hecînê ya kantona Dêrazorê bi daxuyaniyekê li pêşiya avahiya Meclisa Rêveber a bajarê Hecînê nerazîbûna xwe li hemberî erkdarkirina çete "Hatim Ebû Şeqra" nîşan da. Di xwendina daxuyaniyê de endamên saziyên rojhilatê kantona Dêrazorê û nûnerên meclisên xwecihî amade bûn. Daxuyanî ji aliyê hevseroka Partiya Sûriya Pêşerojê Sîham El Ehmed ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de tayînkirina çete "Hatim Ebû Şeqra" ji bo erka leşkerî, tevî ku destê wî di sûc û binpêkirinên belgekirî de hene, hat şermezarkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser xwîna şehîd Hevrîn Xelef bazariyê nake û dan û standinê jî li ser qîmeta wê nake û hat gotin, "Şehîd Hevrîn ne tenê navek e, lê ew sembola jinana siyasetmedar û sembola berxwedana jinan li tevahî cîhanê ye."

REQA

Meclisa Edaleta Civakî û Yekitiya Parêzeran ên kantona Reqayê li pêşiya avahiya Meclisa Edaleta Civakî ya bajêr bi daxuyaniyekê erkdarkirina çete "Hatim Ebû Şeqra" wekî fermandarê Firqeya 86'an a girêdayî desthilata Şamê şermezar kir û hat gotin ku ev biryar rûmeta qurbaniyan binpê dike û teşwîqkirina siyasetên reva ji hesab û cezayê ye.

Endama Meclisa Edaleta Civakî Ebîr El Xelîl daxuyanî xwend û got ew bi tu awayî tayînkirina "Hatim Ebû Şeqra" di erka leşkerî de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qebûl nake û vê biryarê tevî ku îsbat bûye destê wî di sûcên hovane yên li dijî sivîlan de heye, şermezar dikin. Di serî de wî sûceke hovane li dijî şehîd Hevrîn Xelef pêk anî û hîna jî ev sûc li eniya sûcdarên wê û kesên vedişêrin şermek e.

Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku edalet li ser xelatkirina sûcdaran nayê avakirin, berevajî bi hesabpirsîna wan pêkan dibe û bang li aliyên navneteweyî û desteyên hiqûqî kir ku bi awayekî cidî tev bigerin û Hatim Ebû Şeqra û mîna wî ceza bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de soza domandina têkoşînê, pêkanîna edaletê û bidestxistina mafên qurbaniyan hat dubarekirin.

QAMIŞLO

Meclisa Ciwanan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) jî bi daxuyaniyekê li pêşiya avahiya xwe ya bajarê Qamişloyê biryara tayînkirina "Hatim Ebû Şeqra" di erka leşkerî de ji hêla desthilata Şamê ve şermezar kir. Endama meclisê Solîn Mihemed bi amadebûna endamên PYD'ê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin gelê Sûriyeyê ji ber desthilat, qetilkirin û koçberkirinê digel rejîma Baas’ê de êşên dirêj kişandin û bi hêvî bûn ku piştî hilweşîna wê guhertina siyasî ya demokratîk pêk bê. Lê HTŞ’ê ji nû ve bi rêbazeke nû desthilatdarî çêkir. Ew yek jî bi rêya biriqandina rûyên tundraw û terorîstan û erkdarkirina wan di cihên fermî de, pêk hat.

Meclisê di dawiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku ev tayînkirin berdewama siyaseta paşguhkirin û tundiyê ya li dijî jinan bi taybet e.

(mh/fr)

ANHA

TEBQA