Werîşe Mûradî: 'Jin, Jiyan, Azadî' projeya civaka demokratîk û azadiyê ye

Werîşe Mûradî destnîşan kir ku Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî ne tenê xwepêşandaneke dîrokî ye, ew projeya civaka demokratîk, wekhev û azad e ku jin hêza wê ya bingehîn a guherînê ne.

Werîşe Mûradî: 'Jin, Jiyan, Azadî' projeya civaka demokratîk û azadiyê ye
15 îlon, 2026   13:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya salvegera Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî ya 4`emîn (16 Îlon) kampanyaya “Azadî ji bo Werîşe Mûradî” kurteyeke nêrîn û nivîsên girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Mûradî a di Girtîgeha Evînê ya li Îranê de belav kir. 

Nivîs wiha ye:

“‘Jin, Jiyan, Azadî’ ne tenê navê xwepêşandanekê yan dirûşmeke nerazîbûnê ye, lê belê nîşandana daxwazeke kûrtir a ji bo wergirtina jiyan, azadî, rûmet û îradeya mirov û şikandina wan têkiliyên civakî ye ku li ser desthilatdarî, şîdet, cudakarî û hilberandina newekheviyê hatine avakirin. ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ne bûyereke bidawîbûyî ye, armanc û nirxên vê şoreşê dikarin di şêwazê raman, têkiliyên civakî, berxwedana li hemberî desthilatdariyê û hewldana ji bo avakirina civakeke azadtir û wekhevtir de berdewam bin.

Jin ne tenê qurbaniyên avaniyên çewisandinê ne, ew pêşengên guhertinê û hêza veguherînê ne. Tu guhertineke demokratîk bêyî amadebûn û xwedî îradebûna jinan nikare bi ser bikeve.

Azadiya jinan bi azadiya tevahiya civakê ve girêdayî ye. Berxwedana jinan a li kolan, civak û girtîgehan wekî beşek ji tekoşîneke yekgirtî ya li dijî baviksalarî û pergala desthilatdariyê ye. Zextên desthilatê yên li hemberî çalakvanên jin û girtiyên siyasî, her wiha sepandina cezayên giran li ser wan û çewisandina jinên nerazî jî wekî hewldanekê ji bo kontrolkirina tevgerekê ye ku bingehên rêxistinbûna niha ya desthilatdarî û civakê xistiye bin pirsyarê.

Girtîgeh ne dawiya têkoşînê ye. Nivîsandina nameyan, nerazîbûn, berxwedan û axaftina di girtîgeh û dadgehan de, berdewamiya heman bijardeya jiyana azade. Beşdariya di dadgehê de ne tenê mijareke kesane ye, lê belê dikare bibe dengvedana daxwazên giştî yên ji bo azadî, dadwerî û wekheviyê. Jiyan ne tenê mayîna bi saxî ye, ew mafê jiyana azad û birûmete; jiyaneke ku tê de îrade, laş û bijardeya mirov ji zora desthilatdariyê rizgar bibe.

Daxwazên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ tenê bi daxwazeke diyarkirî sînordar namînin, lê azadiyên kesane û civakî, dadweriya civakî û aborî, mafê diyarkirina çarenûsê, mafên neteweyî û zimanî, dadweriya çandî, wekheviya zayendî û avakirina civakeke demokratîk û pir-deng, beşek ji wê asoyî ne.

Salvegera ‘Jin, Jiyan, Azadî’ divê ne tenê bi bibîranîna qurbaniyan û dubarekirina rabirduyê bi dawî bibe, dema rêxistinbûn, perwerdekirina nifşên nû, bihezkirina rola jinan di rêberiya civakî de û hewldana ji bo avakirina saziyên demokratîk ve were girêdan, bibîranîna wan wê demê watedar dibe.

‘Jin, Jiyan, Azadî’ ne tenê wek bîranîna şoreşekê ye, ew wekî bîranîna derfeta jiyaneke din e, derfetek ku divê ji niha ve ji bo pêkanîna wê hewldan were kirin.”