Parlamenterekî Sûriyeyê zêdebûna hejmara mamosteyên jin rexne kir

Endamê parlamentoya Sûriyeyê Mihemed Îbrahîm El Zuibî zêdebûna hejmara mamosteyên jin li dibistanan rexne kir. Ev yek di nava jinan û raya giştî de bû sedema nerazîbûnê.

Parlamenterekî Sûriyeyê zêdebûna hejmara mamosteyên jin rexne kir
15 îlon, 2026   13:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê parlamentoya Sûriyeyê Mihemed Îbrahîm El Zuibî di dema lêpirsîn û guhdarîkirina wezîrê perwerdeyê Mihemed Ebdulrehman Turko de zêdebûna hejmara mamosteyên jin li gorî mamosteyên mêr li dibistanan, rexne kir û got ev yek bandorê li ser karakterê xwendekaran dike.

Gotinên El Zuibî bûn sedema bertekên berfireh, bi taybet ên jinan. Jinan û derdorên civakî diyar kir ku pêşniyarên wiha dê cudahiya zayendî zêde bikin û derî li ber sînordarkirina beşdariya jinan di perwerde û hêza kar de vekin.

Her wiha diyar kirin ku nirxandina saziyên perwerdeyê divê li ser bingeha kalîteya perwerdeyê, dîsîplîn û jîngeha dibistanê be, ne li ser bingeha zayenda karmendên wan be.

(k)

ANHA