Meclisa kantona Efrîn- Şehbayê guhertina demografîk şermezar kir

Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê guhertina demografiyê ya li Efrîna dagirkirî tê kirin şermezar kir û bang li Meclisa Ewlehiyê, rêxistinên hiqûqî û hikumeta Sûriyeyê kir ku li hember van pêkanîna erkên xwe bînin cih.

Meclisa kantona Efrîn- Şehbayê guhertina demografîk şermezar kir
13 hezîran, 2024   14:18
ŞEHBA

Meclisa Kantona Efrîn- Şehbayê bi daxuyaniyekê guhertina demografiyê ya li Efrînê tê kirin şermezar kir. 

Daxuyanî bi amadebûna endamên deste û meclisan û bi dehan koçberên Efrînê li kampa Serdemê ya li bajarokê Ehdasê hat xwendin. Cîgirê hevserokatiya Meclisa Kantona Efrîn-Şehbayê Nacî Selame û endamên meclisê Rizgar Lolo daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker sûcan li dijî niştecihên Efrînê dike. Hate gotin mêtingehên ji aliyê Heyva Sor a Qeterê, Kiwêt û hin rêxistinên filistînê ve tên avakirin bi armanca têkbirina jiyana hevbeş û pirengiya çandî ya herêmên kurdî û Sûriyeyê ye.

Di daxuyaniyê de hat bi bîrxistin ku dewleta Tirk a dagirker bendên ( 46-55) ên peymana Lahay a sala 1907`an û bendên (49-53) ên peymana çaran a Cinevê binpê dike.

Di dawiyê de bang li Meclisa Ewlehiyê, rêxistinên hiqûqî û hikumeta Şamê hate kirin ku li hember sûcên ku tên kirin erkên xwe bînin cih.

(şx)

ANHA