Li dijî ofîsa parlamenterekî Iraq êriş: 1 kuştî 

Hate zanîn li Kerkûkê li dijî ofîsa parlamenterê Iraqî Mehdî Teqî êriş hat kirin û di encamê de karmendek jiyana xwe ji dest da.

Li dijî ofîsa parlamenterekî Iraq êriş: 1 kuştî 
27 cotmeh, 2025   11:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnewsê, ji bajarê Kerkûkê komek çekdar îro êrişî ofîsa parlamenterê Iraqê Mehdî Teqî kir. Hate zanîn ku di êrişê de karmendek ofîsê ku 29 salî bû ji serê xwe gule xwariye û jiyana xwe ji dest daye.

Hate diyarkirin ku hêzên ewlekariyê piştî êrişê berê xwe dane cihê buyerê û lêpirsîn dane destpêkirin.